Dromomanîa

Mizgîn Ronak Aydin

Dromomanîa; ji van herdû gotinên Yewnanî tê: Dromos, yanî kesê/a ku dibeze: û manîa, yanî dînîtî. Îja ji ber vê yekê di zimanê zanistê de wateya Dromomanîayê ev e: Nexwşiya li cihê xwe nesekinandinê, nexweşiya rêwîtiyê. Kesên ku bi vî nexweşiyê dikevin, nikarin li cihê xwe bisekinin, lew tim bi ser rêyan dikevin, ji rêwîtiyê têr nabin, gere tim rêwî û li ser rêyan bin, ne beden ne jî giyana wan bêrêwîtî nikare bisekine. Rêwîtî ji bo wan bûyîn e ne serboriyek ku car caran mirov bi pey dikeve ye. Jixwe lehengê fîlimê bi navê Forrest Gump (ji xwe navê leheng bûye navê fîlim jî) bi vî nexweşiyê ketiye û netebatiya wî ya dînane (Tom Hanks,1994) çîroka wî jî wek gogek lastik li pey xwe dikişkişîne.

Yanî Dromomanîa nexweşînek wisa ye ku ne erd tebatiyê dide ne jî asîman. Jiyan wek tîremarek har di êrîşa tevgerînê da ye. Herçî rêwîtî ye, hûtê heftserî ye, ruh û bedenê digerîne nagerîne têr nabe. Hebûn û bûyîn, hay ji hizûr û aramiya sekn û westan û vewestanê nîne, di nav agirê liv û tevgera bênavber da diqijile. Gerçî kapîtalîzm, bi armanca manipûlasyona ku di xizmeta şîrketên turîzmê da ye, vê nexweşiyê jî wek gelek tiştên din dişuxulîne û dixwaze wek m’erîfetek romantîk an bengiyek şareza pêşkêş bike û dike jî. Û wek di gelek mijaran da, di vê mijarê de jî hin kesên ku ji xwe re dike “nêçîr” jî dibîne. Wan wek Dromomanîk binav dike û li bazaran digerîne. Lê em dizanin ku ev rewş, nexweşîn e, rijandin û rizandina giyan û bedenê ya li ser rê û dirban e.

Her wiha em vê jî dizanin ku gelek cûreyên Dromomanîayê hene û piraniya mirovên nûjen jî bi vê nexweşînê ketine. Lew her kes bi awayekê natebite, ha bi vî rengê ha bi wî rengê li cihê xwe nasekine, ne ji xwe re, ne jî ji yên derdorê re huzûr nahêle, ji tu tiştî têr nabe, bi tu tiştî nayê ser hemdê xwe. Jixwe pergal bi xwe jî nahêle ku xwe bigîhîjîne nîrwanaya gîhîştin, xwe gîhîştin, têrbûn û derbasbûna îskan û çîrokên wêdetir û xweştir. Loma jî her kes, bi awayekê tim tî û birçî ye, di cîhê xwe da dimilmile.

Çav li derek din, aqil li derek din, dil li derek din û bîr li derek din dimîne û belkî tam ji ber vê rastiyê mirovên roja me, lamekan in, yanî bêcîh û war… Hem li her derê ne hem jî ne li tu derê ne. Herçî teknîka îroyîn e, ew jî vê yekê piştrast dike. Lew bi telefonan, wata zeman û mekan û mesafeyan nemaye: welê ye ku her kes li her derê û her demê ye. Tu tişt dûr û dûredest nîne. Her tişt mumkun (pêkan) e, lê mixabin a ne mumkun (nepêkan) çêbûna sînerjiyê ya ji ber û ji bo van derfetan e. Mînak; erdheja qiyametî nîşan da ku, kes û civaka ku bi teknîkê li her derê ye, ne xwediyê derek, ne xwediyê malekê ye jî.

Mala ku bi salan pê dilxweş bûbû gora wê/î bûye û qet hay jê nebûye. Tam li vir ew gotina kurdan a kevnar tê bîra mirov; “mala pîrê gora ye”. Helbet tişta ku ev gotin dixwaze bêje cuda ye û jixwe di mijara erdhejê de diyar bû ku gora pîrê jî nîne. Lê hin tişt hin tiştan tînin bîra mirov û tê dîtin ku carna watenasî (semiyolojî) jî nikare ji binî derkeve.

Belê Dromomanîk nikarin li cîhê xwe bisekinin. Ji qewlê M.Teyîbê hêja ve: “ne ba wan suwar dike ne ax wan peya dike”. Lê ku em li xwe û derdora xwe dinhêrin, bi dehan cûreyên wê dibînin. Belkî ya herî bêzerar dîsa a bi sedema rêwîtiyê be, lew ew qe nebe tenê dibin rêwî û xwe bi rêyan re berdidin. Lê aweyên din, ew çi tînin serê jiyanê?

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir